'Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye'

Di meşa  ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, peyam hat dayîn ku Abdullah Ocalan nûnerê çar parçeyên Kurdistanê ye û vîna gelê Kurd wê tecrîdê bişkîne.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs mîtînga Kolnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi beşdariya bi sed hezaran kesî pêk hat, weke gaveke dîrokî nirxand û got: “Tecrîda mutleq li ser Rêber Ocalan heye. Em hêvî dikin ku ev ê vê tecrîdê bişkîne. Hevalên hêja, ev ne pirsgirêka yek kesî ye. Ocalan nûnerê 4 parçeyên Kurdistanê ye. Divê li ser vê bingehê mirov nêzîkî vê bûyerê bibe.”
Meş û mîtînga ku bi sed hezaran kes ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, bi axaftinan bi dawî bû. Kurdistanî û dostên wan ên ku qada mîtîngê tije kirin careke din dan xuyakirin ku ew di têkoşîna şikandina tecrîda ya li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî de bi biryar in. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş ê ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku 25 sal in li girava Îmraliyê tecrîdeke bêhempa didome û got, "3 sal in tu agahî ji Birêz Ocalan nayên. 13 sal in destûr nadin ku parêzerên xwe û 4 sal jî malbata xwe bibîne. Li ser rûyê erdê tu welatekî ku tecrîdeke bi vî rengî ya giran lê tê ferzkirin nîne. Ne Guantanamo û ne jî girtîgeha ku Nelson Mandela lê hat ragirtin bi qasî Îmraliyê şert û mercên giran ên tecrîdê ne."
DIVÊ EWROPA LI DIJÎ VÊ BÊHIQÛQIYA BÊDENG NEBE
Guneş der barê rewşa hiqûqî ya neteweyî û navneteweyî ya Abdullah Ocalan de agahî da û destnîşan kir ku saziyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî biryarên xwe bi cih naynin. Guneş, bal kişand ser biryara AÎHM'ê ya di sala 2004'an de ji bo ji nû ve darizandina Abdullah Ocalan girtiye, diyar kir ku ev rewş ji aliyê hiqûqî ve nayê nirxandin û tenê bi awayekî siyasî tê nirxandin. Guneş, bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û baroyên li Ewropayê jî kir û got, “Bêdengiya we ya li hemberî van bêhiqûqiyan wê heta kengê bidome? Hûn ê bi vî awayî çawa edalet û hiqûqê biparêzin? Guneş, da zanîn ku dewleta Tirk berê bi darvekirina pêşengên Kurdan daxwazên neteweyî yên Kurdan tune kiriye û got, divê civaka Kurd piştgiriyê bide Rêberê xqwe Rêber Apo û têkoşîna civakî ya ku tê meşandin wê wan azad bike.”

ABDULLAH OCALAN NÛNERÊ 4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE
Piştî Guneş nûnerên partiyên tifaqa Kurdistanî û saziyên Kurdistanî yên ku partiyên Rojava, Başûr, Îranî û Tirkî jî di nav de hebûn derketin ser dikê û silav dan. Li ser navê tifaqa Kurdistanî Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûş axivî. Karamûş got, “Li ser navê Kurdistaniyên welatparêz û birûmet, KNK’ê û hemû rêxistin û kesayetên partiyê em vê mîtînga bi heybet a li dijî vê tecrîdê silav dikin. Em ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silavên xwe dişînin. Gelek welatên Ewropayê jî piştgiriya dewleta Tirk dikin. Ev 35 meh in tecrîda mutleq heye. Lêbelê, we li vir îradeyek mezin nîşan da. Em hêvî dikin ku ev ê vê tecrîdê bişkîne. Hevalên hêja, ev ne pirsgirêka yek kesî ye. Ocalan nûnerê 4 parçeyên Kurdistanê ye. Divê li ser vî esasî mirov  nêzî mijarê bibe. Ev gel bi salan e li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê serî netewandiye dê netewîne. Gelê Kurd êdî dixwaze xwe bi rê ve bibe. Ev daxwazeke zelal a çar parçeyên Kurdistanê ye.”
JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ ELMANYA Û YE’YÊ ZEXTÊ TIRKIYEYÊ BIKIN'
Karamus li ser navê tifaqa Kurdistanî xîtabî hikûmeta Elmanya û Yekîtiya Ewropayê kir û got, “Ez jî dixwazim peyamekê bidim hikûmeta Elmanyayê. Dest ji piştgiriya dewleta Tirk a dagirker berdin. Hemû dewletên ku piştgiriya dewleta Tirk dikin hevparê vî sûcî ne. Lewma banga me ji Almanya û welatên Yekîtiya Ewropayê re ew e ku li cem Kurdan bin. Ji bo çareseriyê divê Elmanya û Yekîtiya Ewropa zextê li dewleta Tirk bikin. Divê êdî piştgiriyê nedin rejîma dagirker, faşîst a AKP-MHP’ê. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd azadiya Birêz Ocalan ev yek pêwîst e. Ji ber ku ew nûnerê vî gelî ye.”
Di mîtîngê de li ser navê TJK-E’yê Ayten Kaplan axaftinek kir. Kaplan diyar kir ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdengkirina gelê Kurd û tunekirina daxwazên azadiyê ye, lê gelê Kurd li qadan îradeyeke mezin nîşan daye û 25 sal in li cem Rêber Apo ye. 
Endama Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê Manuella Demîr û li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk Çîgdem Devran axaftin kirin.
Tevgera Ciwanan û ciwanên enternasyonalîst ên beşdarî çalakiya meşa dirêj bûn jî derketin ser dikê û daxuyanî dan.