Rojnamevan Selamet Turan hat girtin

Rojnamevan Selamet Turan a ku 4 roj berê li navçeya Cizîrê hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

 


 
Rojnamevan Selamet Turan a ku di 9'ê Sibatê de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin, anîn Amedê û piştî 4 rojan îfadeya wê hate girtin.

Selamet Turan a ku îfadeya wê hat girtin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê bi hinceta "Endama rêxistinê ye” û daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin. 

Dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtina rojnamevan da.