Jiyana girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Muhlîse Karaguzel di xeterê de ne 

Di çalakiyên protestoyî yên li Stenbol û Enqereyê de hat ragihandin ku jiyana girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Muhlîse Karaguzel di xetereyê de ye. 

Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya hefteya 492’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Sabrî Yavuz ê 75 salî. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici ve hat xwendin. Yazıci diyar kir ku jiyana Yavuz di bin xetereyê de ye û divê demildest bê berdan. 

STENBOL

 Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya 620'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte organîze dikin, li ber avahiya komeleyê ya Beyogluyê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiya ji sedî 90 astengdar û nexweşa giran a li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Muhlîse Karaguzel (62) ku 4 caran krîza dil derbas kir. 

Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû ve hat xwendin. Nîmet Tanrikûlû banga berdanê kir û got, "Şert û mercên girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê zêde kirine û jiyana wê anîne asta xetereyê."