Karkerên Ozak Tekstilê yên li mafên xwe digerin hatin binçavkirin

Karkerên Ozak Tekstilê ên di roja 75'emîn a çalakiya xwe ya li ber avahiya girtîgehê ya Zeytînburnuyê de, hatin binçavkirin, BÎRTEK-SEN'ê bertek nîşan da.

Polîsan biryara "qedexe ye" ya Qeymeqamtiya Başakşehîrê wekî hincet nîşan da, karkerên ku xwestin li ber avahiya holdîngê daxuyaniyê bidin binçav kirin.

Sendîkaya Yekbûyî ya Karkerên Tekstîl, Tefn û Çermê (BÎRTEK-SEN) ku karker lê bi rêxistin in bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê dest ji berxwedanê bernedin.

BÎRTEK-SEN'ê di hesaba xwe ya X’ê de ev tişt parve kir: “Em ê li hemberî serokê Ozak û hemû hêzên li kêleka wî li ber xwe bidin! Em ê bi ser bikevin!”

Karkerên ku li Ozak Tekstil a li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Rihayê xebatên xwe dimeşîne ji ber rêxistinbûnê ji kar hatin derxistin, berxwedana xwe ya ku di 27'ê Mijdarê de li Stenbolê dabûn destpêkirin didomînin.