Rûyê nû yê AKP' ê yê li Kurdistanê: Fuhûş û maddeyên hişber
Rûyê nû yê AKP' ê yê li Kurdistanê: Fuhûş û maddeyên hişber
Rûyê nû yê AKP' ê yê li Kurdistanê: Fuhûş û maddeyên hişber
Ji bo jiholêrakirina civakekê, yan jî civaka heyî weke tune ye nîşan bide hêzên dagirker destpêka her tiştî xwe hêdî hêdî dikişînin nav xetên wê civakê yên bingehîn. Ev hêzên xwînmij dem tê di bin navê xwendinê de wê civakê asîmîle dikin, di bin navê jiyanek azad de dînamîka civakê ku ciwan û jin in li ser wan qirkirina çandî dide meşandin. Armanca van hêzan ew e ku dixwazin nirxên wê civakê yên siyasî, çandî, aborî û exlaqî bi destê kesên ji wê civakê xera bike.
Yek ji van hêzên dagirker dewleta Tirkiye ye û nûnerê wê yê roja îro desthilatdariya AKP'ê ye ku li Kurdistanê li hemberî ciwanên Kurd ketiye nav planên veşartî. Hema her roj li bajarekî cuda yên Kurdistanê nûçeyên fuhûş, bikaranîna maddeyên hişber û sîxurtî em dibihîzin. Di destpêkê de ji bo zimanê zarokên Kurdan biguherînin heta ji bo bi temamî bidin jibîrkirin rabûn dest bi çêkirina cihên asîmîlasyonê kirin, ji ber ku li gorî dihat xwestin ciwanên Kurd asîmîle nebûn vê carê xwestin bi maddeyên hişber mejiyê ciwanên Kurd biguherînin an jî bişon.
Bi taybet li herêmên Amed, Şirnex, Colemêrg û navçeyên wê, dewlet ji bo bikaranîna van maddeyên hişber bêdeng dimîne heta polîsên wê di nava van şebekeyên van maddeyan bi kar tînin de cihê xwe digirin û van maddeyan belav dikin. Armanca wan ew e ku ciwanên Kurd ji siyasetê û îdeolojiya wê dûr bixe û bi van maddeyan ve bide girêdan. Piştî ku ciwan pêve tên girêdan vê carê zextan li ser wan dike ji bo di nava karên fuhûş û sîxurtiyê de kar bikin.
Em dibinîn ku niha li gelek park û kolanên Amedê bikaranîna van maddeyan roj bi roj zêde dibin, Emniyeta Amedê dixwaze vê rewşê asayî nîşan bide. Hikûmeta AKP'ê qaşo dixwaze kişandina cigare û bikaranîna alkolê kêm bike yan jî ji holê rake, û lewma her roj destûr û zagonên nû çêdike, lê belê li Kurdistanê ji bo vê mijarê bêdeng dimîne heya polîsên dewletê çavên xwe lê digirin.
Gever yek ji navendên berxwedanê ye ku li hember zilma bi salan e tê meşandin li ber xwe dide. Dewlet jî hewl dide li hemberî ciwanên ku bûne hêza civakê li hember zilma dewletê serî hildidin, bikaranîna maddeyên hişber, sîxurtî û fuhûşê bimeşine. Dema ji bo parastina mafê xwe yê demokratîk derdikevin kolanan polîsên AKP'ê wan digirin û lînc dikin, lê belê heman dewlet û polîs li hember bikaranîna van maddeyan bê çav û bê guh dimîne.
Ew kesên ku bi taybetî ji bo van karan ji aliyê dewletê ve têne perwerdekirin li cihên weke kafeyên înternetan, dibistanan û dersxaneyan xwe dixin qalibê 'xwîşk û birayê baş' û bi rêyên cuda bi ciwanan re dikevin nav têkiliyan. Van ciwanan roj bi roj fêrî bikaranîna fuhûş û maddeyên hişber dikin. Li Kurdistanê roj bi roj vê çanda kafeyên înternetan belav dikin, li hinek taxan ji kafeyekê zêdetir li rex hev kafe têne vekirin. Pêwîst e mirov vê weke rewşek asayî nebîne.
Di van salên derbasbûyî de li Mêrdînê N.Ç. ya di temenekî biçûk de ji aliyê bi sedan kesî ku di nava wan de endamên leşkerî jî hebûn rastî tecawizê hatibû. Piştî vê bûyerê li Çewlikê dîsa keça ku temenê wê 16 salî bû ji aliyê 8 çawîşên pispor ve rastî tecawizê hat û 4 ji wan tecawizkaran serbest hatin berdan. Dîsa li Sêrtê jî heman bûyer rû dan ev tenê rûyê wê yê tê dîtin e. Li Kurdistanê rûdana ev qas bûyerên bi vî rengî tenê li hember hessasiyet û rûmeta Kurdan êrîşeke namerdî ye ku tê meşandin. Ji bo wê li gorî min pêwîst e li hemû Kurdistanê ne tenê bi daxuyaniyên çapemeniyê bi hemû şêwazan li hember rabin û bêdeng nemînin. Îro li zîndanên Tirkiyeyê bi sedan zarokên Kurd ên ku bi Qanûna li dij Terorê de hatine girtin û dadgehê cezayên ji temenê wan mezintir didin wan û heman dadgeh ji bo van tecawizkaran dibêjin “zarokên baş” ev zihnîyet diyar dike ku dewlet di hemû milan de li hember Kurdan di nava yek fikrî de ye.
Gelo sedem çi ye ev qasî polîtîkayeke bi vî rengî li hember Kurdan didin meşandin? Bi artêşa xwe dewletê gundên Kurdan xera kirin û şewitandin. Dema mijar dibe Kurdînî ji aliyê wê artêşa ku qaşo hêza parastinê ye rasterast Kurdan qetil dikin, li pey panzeran kaş dikin, bi bombeyan parçe parçe dikin, bi êşkenceyên hovane qetil dikin; lê belê dîsa jî têra wan nake. Sedema diltengiya wan ew e ku tevî ew qas zilm û zordariya li ser Kurdan kirine jî; dîsa nikarîbûn Kurdan xelas bikin. Bi salan e zilm û zoreke mezin li hemberî Kurdan didin meşandin, gelê Kurd jî bi berxwedaneke mezin li ber xwe da û wê ji niha pê ve jî li ber xwe bide. Li hember vê rewşê hêza dagirker a dewleta AKP'ê bi amadekirina plan û polîtikayên qirêj dixwaze derbasî hemû beşên Kurdistanê bibe û Kurdan bêrûmet bihêle.
*Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Kurdistanê