Rûsya wê vê carê jî dîplomatên Îngîlîzan dersînor bike

Krîza dîplomatîk a di navbera Rûsya û welatên Rojava de mezin dibe, piştî DYA’ yê dîplomatên Îngilîz tên dersînorkirin.

Londra û gelek welatên Rojava yên ku rêveberên Rûsya di jehirkirina sîxûrê Rûs Sergey Skrîpal û keça wî de berpirs dîtî, biryara pêkanîna wê dabû.

Li hemberî biryara 15 welatên ku Îngîltere û DYA jî di nav de ya li ser dersînorkirina dîplomatên Rûs, Rûsya jî biryara dersînor kirina 60 dîplomatên DYA û girtina Sefaretxaneya li Saînt Petersbûrgê dabû.

Pêkanîna Rûsya ya îro jî li ser dîplomatên Îngîlîz bû. Rêvebera Kremlîn, hejmara dîplomatên Îngîltere yên li Sefaretxaneya Moskova teng kir. Hatibû xwestin ku hejmara dîplomatên li Sefaretxaneyê herî kêm daxin 50 kesî.

Daxistina hejmara dîplomatan, li hemberî biryarên welatên Rojavayî weke tolhildan bibû biryar.