Rûsya cara yekemîn sirên dewletê aşkera kir
Rûsya cara yekemîn sirên dewletê aşkera kir
Rûsya cara yekemîn sirên dewletê aşkera kir
Rûsya cara yekemîn rezervên hîdrokarbonên di destên xwe de aşkera kir. Hat ragihandin ku, di destpêka sala 2012’an de hilberîna hîdrokarbona li welêt 28,7 milyar ton, gaz-68,4 trilyon metrekup e. Li gorî standartên navneteweyî di piyaseyê de rezervên Federasyona Rûsya li gorî texmînên ne fermî di rêza 8’emîn de ye.
Wezîrê Çavkaniyan ê Federasyona Rûsya Sergey Donskoy got ku, di destpêka sala 2012’an de rezervên petrolê li gorî kategoriya A + B + C1 17,8 milyar ton, li gorî kategoriya С2 jî 10,9 milyar ton e. Li gorî wezîrê çavkaniyê di sala 2012’an de Rûsya 650 ton gaz, kondens û 800 milyar metrekup gaz bi dest xistiye. Têkildarî Rezervên Mîneralan li gorî texmînên Komîsyona Dewletê û Saziya Dewleta Federal rezervên hîdrokarbon ên welêt têra 30 salan dikin.
Di dîroka Federasyona Rûsya de Rûsya cara yekemîn rezervên hîdrokarbonan ên di destên xwe de aşkera kir. Bi biryarnameya 5’ê Tîrmehê ya Dmîtriy Medvedev îmze kir kategorîkirina “agahiyên veşartî” hatin rakirin. Li gorî wezîrê çavkaniyê Sergey Donskoyn wê bi awayekî bi pergal rezervên dewletê her sal werin aşkera kirin.