Rûniştina doza Parêzerên Ocalan dest pê kir

Rûniştina doza Parêzerên Ocalan dest pê kir

4'emîn rûniştina 27 jê girtî 50 kesên ku di navde 36 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hene li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Ji Ewropa û Tirkiyeyê zêdeyî 120 parêzer dozê dişopînin. Parêzer bi kurdî parastinê dikin. Parêzeran got "Em ji ber hevdîtinên zagonî yên bi Birêz Ocalan re dikin tên darizandin. Ev dozek siyasî ye."

4'emîn rûnşitina yek jê rojnameger 26 parêzerên girtî bi tevahî 50 kesên piraniya wan ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir. di rûniştinê de zêdeyî 50 ji Ewropayê hatin û zêdeyî 70 parêzer jî ji baroyên Tirkiyeyê beşdarî runiştinê bûn. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Serokê Baroya Stenbolê Umit Kocasakal, Seroke Baroya Marsilya Campana Eric, Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel û Hevseroka KCD'ê û Wekîla Wanê Aysel Tugluk jî tev li rûniştina dozê bûn. Dîsa xizmên girtiyan jî li salonê amade bûn. Di rûniştinê de Prz. Îrfan Dundar amade nebû. Heyeta dadgehê li hemberî daxwaza parêzeran a bila îfadeya Dundar bê guhdarkirin hinceta "Dundar navnîşan guhertiye û dê bi rêya Dozgerê Komarê yê Bûrsayê îfade bide"dan nîşan.

Di destpêka rûniştinê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, anî ziman ku parastin ne azad û serbixwe ye û pergala darazê jî ne serbixwe ye. Elçî, anî ziman ku li welatê ku parêzer bi komî tên girtin mirov nikare behsa azadiya parastinê bike.

Elçî, girtina 9 endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî bi zimanekî hişk rexne kir û wiha got: "Berê daxwazên paratina zimanê zikmakî hat redkirin. Lê niha em paratina kurdî dikin. Pêvajoyê em mafdar derxistin.

'TIŞTEKÎ BÊ PARASTIN TUNE'

Piştî axaftina Elçî parêzran parastin kirin. Pêşî Prz. Nezahat Paşa Bayraktar anî ziman heta hevalên wan ên girtî serbest neyên berdan dê parastinê neke. Prz. Hatice Korkut jî anî ziman ku tiştekî ew parastina wê bike tune ji ber ku sûc nekiriye û wiha got:

"Dibêjin ger ku hûn parêzerên Ocalan bin we sûc kiriye. Raste ger ku ev sûc be em sûcdar in. Ez kurd im. Ez parêzerê Birêz Ocalan im. Ger ku ev tê darizandin bila ev yek raste rast bê gotin. Ev îddianameyên der barê min de nayên qebûl kirin û parastina van îdîayên bê kok çênabe. Ez berî sala 2008'an jî gelek caran çûm Îmraliyê. Min der barê tecrîda li ser Birêz Ocalan he li hundir hem li derve hevdîtin kirin. Lê di îdîanameyê de tenê li ser hevdîtinên di sala 2008'an de heye.

'DOZ SIYASÎ YE'

Prz. Asiye Ulker jî bi riya tercûman bi kurdi parastin kir. Ulker jî îddîa red kirin û anî ziman ku ew li gorî rol û misyona pîşeya xwe tev geriya ye û wiha got: "10 salin ez parêzeriya Rêberê PKK'ê Ocalan dikim. Hemû hevdîtinên me kirine li gorî zagonan e. Ev dozek siyasî ye.

'NASNENEYA KURD Û JINÊ TÊ DARIZANDIN'

Prz. Mizgîn Irgat jî bi riya tercûman parastina kurdî kirû anî zimn ku di şexsê wan de nasnameya kurd û nasnameya jinê tê darizandin. Ez bi daxwaz û bijartina xwe çûm Îmraliyê. Em tên darizandin, lê niha li Îmraliyê hevdîtin tên kirin. Divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Prz. Şaziye Onder, idîayên der barê xwe de red kirin.

Onder jî anî ziman ku nasnameya jina kurd û nasnameya kurdan tê darizandin.

Rûniştina dozê berdewam dike.