Rûniştina 'Doza Giştî ya KCK' hate taloqkirin

Di rûniştina 'Doza Giştî ya KCK' ku li Amedê hate dîtin de, siyasetemdaran parastina xwe kirin. Rûniştina dozê taloqî meha Nîsanê hate kirin.

Rûniştina 72'emîn a "Doza Giştî ya KCK" ku sala 2009'an, di çarçoveya operasyona "KCK" de derbarê 145 siyasetmedarên Kurd ku Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Hatîp Dîcle û Leyla Gûven, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek û hevşaredarên girît Firat Anli û Ahmet Turk jî di nav de hatibû vekirin, îro li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin.

Firat Anli, hevşaredarê Xîzan Îhsan Ûgûr, Hevseroka DTK'ê Leyla Guven, Cigira Hevserokê Giştî yê DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û Endamê PM'ê ya DBP'ê Mehmet Guzel beşdarî rûniştina dozê bûn, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr û Mahmût Togrûl û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û malbatên girtiyan jî doz şopandin.

Di dozê de Frat Anli, Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Kazim Kurt û Heşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr ên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê tên ragiritn û parêzeran parastin kirin.

Daxwazên hemû parêzeran hatin redkirin û doz taloqî meha Nîsanê hate kirin.