Rûniştina doza 12 rojnamegeran li Stenbolê pêk hat

Rûniştina  doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku rojnameger Huseyin Aykol û 11 rojnamegerên din tê de dihatin darizandin hate taloqkirin. Îro rojnamegerekî din hate destgîrkirin.

Rojnameger Celal Başlangiç, Oncu Akgul, Farûk Eren, Ertûgrûl Mavîoglû, Îhsan Çaralan, Fehîm Işik, Celalettîn Can, Omer Agin, Veysel Kemer, Dilşah Karakaya, Yuksel Ogûz û Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) hat girtin, Huseyin Aykol bi sedema tev li Nobeta Piştevaniya Weşana Gişti bûne, doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat.

Parêzerên rojnamegeran beşdarî rûniştina dozê bûn. Parêzer  Ozcan Kiliç parastin kir û diyar kir ku rojnameger Huseyin Aykol û Fehim Işik wekî xwediye berhem tên girtin û ev yek li dijî hiqûqê ye. Kiliç, xwest pirsa gerînendeyê weşanê kî ye bê pirsîn û li gorî zagonan biryar bê dayîn.

Parêzer Fîkret Îlkîz jî ani ziman ku ev darizandin li dijî zagonê ye û xwest tev beraet bibin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û rûniştina dozê taloqî 10'ê Cotmehê kir.

ROJNAMEGEREK DIN HATE DESTGÎRKIRIN

Li Îzmîrê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Haci Soylemez hate destgîrkirin.

Nûçegihanê MA’yê birin Şaxê TEM’ê yê Çankayayê.