'Ruhê Kobanê û Geziyê bi HDP’ê re bû yek’

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê beşdarî civînên gel bûn û diyar kirin ku eleqeya ji bo partiya wan her diçe zêde dibe. Namzetan ji bo aştî û demokrasiyê banga piştgirîdayîna HDP’ê kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê beşdarî civînên gel bûn û diyar kirin ku eleqeya ji bo partiya wan her diçe zêde dibe. Namzetan ji bo aştî û demokrasiyê banga piştgirîdayîna HDP’ê kirin.Li Daricayê jî buroya hibijartinê ya jinan vebû.

Li Kocaeliyê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi civînên gel didomin.  Li navçeya Kartepeyê civîna gel pêk hat û namzetên HDP’ê yên Kocaeliyê Alî Haydar Konca, Bedîa Salhan, Sînan Odabaşi û hevserokê HDP’a Kocaeliyê Mehmet Akgul û ji zanîngeha Kocaeliyê akademîsyen Doç Dr. Yucel Demîrer beşdar bû.

Namzetê Kocaeliyê Alî Haydar Konca axivî û bi lêv kir ku gel eleqeyek mezin nîşanê HDP’ê dide û got HDP bi vê eleqeyê wê bi rehetî bendê derbas bike û li meclîsê wê tesmîliyek xurt pêk bê. Konca da zanîn ku HDP bi fîlî di asta partiya muxalefeta serekede ye û got: “Îro ruhê Geziyê û Kobanê bi yê HDP’ê re bûye yek. Ev rûh di alî gelên Tirkiye û bindest de girînge.  Ez bang li hemû kesî dikim ku piştgiriyê bidin HDP’ê.”

Namzet Sînan Odabaşi jî  got HDP di xeteke ku îradeya gel de û got HDP bi piştgiriya gel roj bi roj mezin dibe.
Li aliyê din jî li navçeya Daricayê bi beşdarbûna namzeta HDP’ê ya Kocaeliyê Ayfer Koçak buroya hilbijartinê ya jinan ve bû. Koçak di vekirînê de diyar kir ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe . Her wiha li navçeya Korferz jî civîna gel pêk hat û namzetan pirsgirêkên gel guhdar kir, projeyên HDP’ê vegotin.