Rûhanî: Divê Rojava mafê Îranê yê dewlemendkirina ûranyûmê nas bike
Rûhanî: Divê Rojava mafê Îranê yê dewlemendkirina ûranyûmê nas bike
Rûhanî: Divê Rojava mafê Îranê yê dewlemendkirina ûranyûmê nas bike
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji welatên Rojava xwest, mafê Îranê yê dewlemendiya ûranyûmê li ser axa xwe, nas bikin.
Serokkomarê Îranê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya merasîma derbasbûnê ya salane ya hêzên bejahî de got, "Di serî de mafên dewlemendkirina nukleer û ûranyûmê yên li ser axa Îranê di çarçoveya pîvanên navnetewî de, divê hemû mafên neteweya Îranê ji aliyê Rojava ve bên qebûlkirin."
Hasan Rûhanî tê payîn roja Duşemê biçe New Yorkê ji bo beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe û li vê derê li ser bernameya nukleerî ya bi nîqaş û krîza Sûriyê de hevdîtinan bike. Rojavayî Îranê tewanbar dikin ku di lêgerîna bombeya atomê de ye. Îran jî îdîa dike ku bernameya wan a nukleerî bi tenê xwedî armancên sivîl e.
Rûhanî got, "Îran gelekî maqûl, aştî û dostanîxwaze. Eger van mafan qebûl bikin, Îran hertim ji hevkariyê re amade ye. Em dikarin bi hev re pirsigrêkên herêmê, pirsgirêkên cîhanê çareser bikin."
Serokkomarê Îranê Rûhanî got, "Gelê Îranê dixwaze xwe bi pêş ve bibe, ne di lêgerîna bombeya atomê de ye."
Li New Yorkê tê payîn Rûhanî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi taybetî bi Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande re hevdîtinê bike. Tê gotin Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf jî bi Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherîne Ashton re rûnê. Di van hevdîtinan de wê ji nû ve nirxandina koma 5+1 (Rûsya, DYE, Çîn, Îngilîstan, Fransa û Elmanya) bê gotûbêjkirin.