Rûhanî banga 'nukleer'ê li Îsraîlê kir

Rûhanî banga 'nukleer'ê li Îsraîlê kir

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bang li Îsraîlê kir ku tavilê Peymana Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî mor bike.

Rûhanî di axaftina xwe ya li pêşberî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got, "Heta ku çekên nukleerî hebin, dê bikaranîn û belavbûna wan jî her tim mîna xeteriyekê hebe."

Rûhanî li ser navê Tevgera Bê Têkilî ev bang kir û got, "Cîhan, ji bo angajeyî bêçekbûyîna nukleerî bibe gelekî sekinî." Rûhanî diyar kir ku hewldanên navneteweyî yên 40 sal in ji bo bêçekbûyîna nûkleerî ya Rojhilata Navîn "mixabin bi ser neketiye."

Rûhanî got, "Ji bo vê yekê divê gavên lezgîn û pratîkî bên avêtin. Li herêmê welatê yekane yê nebûye yek ji aliyên Peymana Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî Îsraîle. Divê Îsraîl tavilê vê bike. Pêwîste hemû karên nukleerî yên li herêmê ji aliyê Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ve bê kontrolkirin."

Ev daxuyaniya Rûhanî, li demeke beriya civîna wezîrên karên derve yên hêzên mezin û Îranê rast hat, ku civîneke bi vî rengî yekemcar tê lidarxistin.