Roth: Ya ku Enqere dike provokasyona siyasî ye!

Alîkara Serokê Meclîsa Federal Claûdîa Roth, ku serdana xwe ya bi komek ji parlamenterên Elman a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di kêliya dawî de betal kir got, "Tirkiyeyê qerta sor nîşanî me da."

Roth diyar kir, hikumeta Tirk ji bo pêkhatina serdanê şert û merc amade nekiriye.

Ji bo çareserkirina krîza navbera Elmanya û Tirkiyeyê, ku ji ber astengkirina çûna parlamenterên Elman ji bo Baregeha Încîrlîkê dest pê kir, heyetek ji meclîsa Elman plan dikir ku di 25-28'ê Gulanê de biçe Stenbol, Enqere û Amedê.

Heyeta bi pêşengiya Alîkara Serokê Meclîsa Federal parlamentera Partiya Keskan Claûdîa Roht, wê serdana Stenbol, Enqere û Amedê bikira. Lê belê çend roj beriya destpêkirina serdanê, heyetê duh êvarê ragihand ku ew ê neçin Tirkiyeyê.

WÊ MIAMELEYA TÛRÎSTAN LI HEYETÊ BIHATA KIRIN

Seroka heyetê Claûdîa Roth û endamê heyetê yê ji SPD'ê Nîels Annen li ser biryara betalkirina serdanê îro civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin. Civîna çapemeniyê li salona Konferansa Çapemeniyê ya Federal pêk hat. Roth di daxuyaniya xwe ya li vir de bi zimanekî tund li ber hikumeta Tirk rabû.

Roth destnîşan kir, ku hikumeta AKP'ê der barê serdanê de şert û mercên ku ne yên qebûlkirinê ne ferz kiriye û got, aliyê Tirk ragihand ku ew ê tevdîrên ewlekariyê negire. Siyasetmedara ji Partiya Kesk diyar kir, serdana wan ji ber zexta giran a hikumeta Tirk hatiye betalkirin û wiha dewam kir: "Wê hevdîtinên fermî nehatibûna kirin, wê destûr nehatibûya dayin ku em serdana meclîsê bikin. Di nava van şert û mercan de serdana me wê bêwate bûya."

'TIRKIYE NE TENÊ ERDOGAN E'

Roth anî ziman, şertên ku Enqereyê ji bo serdanê derxist pêş, weke "provokasyoneke siyasî" bi nav kir û ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel xwest, di mijara mafên mirovan de bi rengekî cidî hişyariyê bide Erdogan. Roth ragihand, di navbera baregeha Încîrlîkê û baregeha Konyayê de ti cudahî nîne û got, "Eger leşkerên li Încîrlîkê wê werin vekişandin, lazim e yên li Konyayê jî bên vekişandin."

Roth bal kişand ser rewşa welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatine girtin û got, "Hikumeta Tirk pêşî li alîkariya konsolosxaneyê ya ji bo girtiyan digire û bi vî rengî peymana Viyanayê binpê dike."

Claûdîa Roth destnîşan kir, nabe ku serdana li baregeha Încîrlîkê weke şantajekê bê bikaranîn û wiha dewam kir: "Me ji dil dixwest biçin Tirkiyeyê. Tirkiye tenê Erdogan nîne. Li wî welatî mûxalefet û hêzên din ên demokrasiyê hene ku pêwîstiya wan bi alîkariya me heye."

'PÊWÎSTE MERKEL BI RENGEKÎ CIDÎ HIŞYARIYÊ BIDE ERDOGAN'

Endamekî din ê heyetê siyasetmedarê sosyal demokrat Nîels Annen jî diyar kir, wan dixwest bi nûnerên partiyên cuda û rêxistinên sivîl ên civakî re rûnên. Siyasetmedarê ji SPD'ê anî ziman, di van şert û mercan de serdan ji bo wan negucaw e û ji Serokwezîr Merkel xwest, ku di civîna bilind a NATO'yê ya sibe de bi awayekî vekirî hişyariyê bide Erdogan.

Tevî Claûdîa Roth û parlamenterê SPD'ê Nîel Annen, Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Federal wekîl Matthîas Zîmmer ê ji CDÛ û wekîla Partiya Keskan Lûîse Amtsberg jî hebûn. Heyetê plan dikir ku roja Înê biçe Amedê û bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û rayedarên HDP, KCD û DBP'ê re rûnê.