Ronahî û Bêrîvan li cihê çalakiya xwe hatin bibîranîn
Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan), ku di Newroza sala 1994'an de li dijî zextên siyasî û qedexeyan bedena xwe dan ber agir, li Mannheîmê hatin bibîranîn.
Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan), ku di Newroza sala 1994'an de li dijî zextên siyasî û qedexeyan bedena xwe dan ber agir, li Mannheîmê hatin bibîranîn.
Çalakiya bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan ve hat organîzekirin. Malbatên şehîdan û Kurdistaniyên ji bajarên Saarbrucken, Frankfûrt, Heîlbronn û Maînzê tevlî çalakiyê bûn.
Gel ji qadeke nêzî cihê Ronahî û Bêrîvan bedena xwe lê dan ber agir dest bi meşê kir û heta cihê çalakiya xwe kirin, bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" meşiya.
Li cihê çalakiyê jî deqeyek rêz hat girtin û çalakgeran çeleng, gul û find danîn vê derê.
Ji Tevgera Jinên Kurd Medya Botan li vir axivî û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku em ê li ser rêya hevrê Ronahî û Bêrîvan bin."
Piştî axaftina ji aliyê malbat û xizmên şehîdan ve hat kirin, çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qediya.