Rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî hatin girtin
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û rojnameya rojane ya bi kurdî Welat, ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hatin girtin.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û rojnameya rojane ya bi kurdî Welat, ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hatin girtin.
Bi biryarnameya hejmara 791'ê re ku ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hate derxistin, rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Welat û Halkin Nabzi hatin girtin.
Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Welat û Halkin Nabzi berê jî ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hatibûn desteserkirin. Bi biryarnameya dawî re her sê rojname hatin girtin.
Bi biryarnameyê re her wiha gelek komele û saziyên çapemeniyê yên herêmî jî hatin girtin.
Hemû mal û milk, maf, belge û ewraqên komele, rojname û televîzyonên hatin girtin, bi rengekî bê berdêl radestî xezîneyê hatin kirin.
Saziyên hatine girtin, wê ji bo dayina deynê xwe jî nikaribin tiştekî ji xezîneyê bixwazin.