Rojnameya Newaya Jin êdî di înternetê de ye!
Rojnameya Newaya Jin êdî di înternetê de ye!
Rojnameya Newaya Jin êdî di înternetê de ye!
Rojnameya Jinên Kurd Newaya Jin ku li Ewropayê, ji 2005’an heta niha dertê û hejmara wê ya 115’an di înternetê de dest bi weşanê kir.
Rojnameya Newaya Jin ku bi Kurdî û Tirkî weşand dike, ji vir şûnde wê di înternetê de derkeve pêşberî xwendevanên xwe.
Rojnameya ku di 13’ê Mijarê de li ser navnîşana înternetê ya ‘www.newayajin.com’ dest bi weşanê dike, di mijarên aborî, ekolojî, wêje tenduristî, çand û hunerê de lêkolînan dike û her wiha çîrok û dîroka jinê jî bi berfirehî dide.
Rojnameya ku der barê jinan de dosyayên rojevî diweşîne, ji pirsgirêkên xwe bi çavderiyên xwe analîz dikin.
Rayedarên rojnameyê diyar kirin ku di demên pêş de wê naveroka rojnameyê bê dewlemendkirin û zêdetir aktîf bikin.
Di hejmara ku di 115’emîn a rojnameyê de ku di înternetê de hat weşandin de xebat û peywira KJK’ê tê nirxandin, roportajeke bi Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel re, nivîsên der barê qirkirina Êzîdiyan, çavderiyên Kubayê û çîrokên jinan cih digirin.
Rojnameya ku di 4’ê Nîsana 2005’an de li Ewropayê dest bi weşanê kir xwedî taybetiya rojnameya jinan a Kurd a temen dirêj e.