Rojnamevanê tevlî gera li Tirkiyeyê bû ji kar hate avêtin
Rojnamevanê tevlî gera li Tirkiyeyê bû ji kar hate avêtin
Rojnamevanê tevlî gera li Tirkiyeyê bû ji kar hate avêtin
Ji rojnamevanên ku di 15-20’ê Nîsanê li ser vexwendina Hikumeta AKP’ê tevlî gera li Tirkiyeyê bûn û di Perwerdeya Radyo ya Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt-UR) de weke çêker (produksiyon) xebat dikir Rehîm Telman Sadiqbeylî ji kar hate avêtin.
Sadiqbeylî ji ber sedema, li rexmî di saziyek ya dewletê de dixebite bêy ku agahiyê bide saziyê û tevlî gerekî li gorî exlaqê rojnamevantiyê nayê qebûl kirin dibe. Her wiha di gerê de logoya saziyê bê destûr bikartîne û têkildarî rojnamevanekî ku ew rexne kiriye jî îdiayên bêbingeh belavkiriye dihat sûcdarkirin.
Piştî serdana Serok Komarê Tirk Abdullah Gul ya Swêdê, jib o AKP li Swêdê faliyetên lobîtiyê birêve bibe û weke parçeyek wê bide xebitandin ket tevgerê. Komek ya rojnamevanên Swêdî vexwende Tirkiyeyê. Gera ku ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hate plankirin, pratîka wê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Stockholê, Nûnerê Swêdê yê Ajansa Nûçeyan ya Îhlasê Metîn Altinişik û Nûnerê Rojnameya Cumhuriyet yê Swêdê û Nûçegihanê NTV Osman Îkîz kiribû. Sadiqbeylî jî di rêxistinkirina gerê de rolekî aktîf leyîstibû.
Ji rojnamevanên ku tevlî gera Tirkiyeyê bûn 650 kron hatibûn komkirin û bi van pereyan ji Wezîrê Yeketiya Ewropayê û Sermuzakerevan Egemen Bagiş re xelat kiribûn. Gera ku di dema rûniştina rojnamevanên 26 jê girtî 46 rojnamevan ji doza KCK’ê dihatin darezandin û li ser navê heyetê Osman Îkîz xelat da Bagiş, bû sedema bertekan.
Di encama lêkolînên ku Svt kirî de piştî ku hate tesbît kirin Rehîm Telman Sadiqbeylî yê weke çêker dixebite di heyetê de cihê xwe girtiye, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Her wiha bi berdewamiya lêpirsînê re dema ku derkete holê Sadiqbeylî bê destûra saziyê logoya saziyê bikar aniye û ji rojnamevanekî ku gera wan ya Tirkiyeyê rexnekir re jî bi “sekreterê çapemeniya rêxistina terorê ya PKK’ê” sûcdar kir, lêpirsîna duwem hate destpêkirin.
Roja borî Radyoya Dewleta Swêdê (sr) aşkera kir ku, ji ber ku Sadiqbeylî tevlî gerekî ne exlaqê rojnamevantiyê bûye û bê destûr navê saziyê bikar aniye ji kar hatiye avêtin.
Hêjan nayê zanîn ka Sadiqbeylî û rojnamevanên tevlî gerê bûne ragihandine Lijneya Etîk ya Medyayê ger ne ragihandibinê, lijne dê biryarek çawa bide.Serokê Federasyona Rojnamegerên Swêdê Jonas Nordling aşkera kiribû ku, çi girêdana vê gerê bi exlaqê rojnamegeriyê ve tuneye, ger rêveberên Lijneya Etîk ya Medyayê serlêdanê bikin, ew dê mijarê bigirin dest.
Sadiqbeyliyê ji kar avêtin, weke kesekî li dijî tekoşîna azadiya Kurd dihat nasîn. Di hinek malperên înternetê yên Sadiqbeylî nivîsên hedef û reşkirina Tekoşîna Azadiya Kurd hatibûn weşandin.