Rojnamevan Taşkin hate berdan

Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin a berî demekê ji ber nûçeyeke wê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi biryara Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê hate berdan.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin ku Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê di 10'ê Cotmeha 2018'an de îdîaya " alîkariya rêxistinê "û propagandaya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza lê birîbû hat berdan. Bi biryara guncandîtin (tensîp) a navberê ya Dadgeha Îstinafê îro Taşkin ji Girtîgeha Jina ya Sîncanê hat berdan.

Taşkin di 20'ê Kanûna 2018'an de li Mûşê hatibû destgîrkirin û bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan. Lê belê li Enqereyê dîsa hatibû destgîrkirin û li ser îtiraza dozgeriyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Bedlîsê di derbarê Taşkinê de biryara girtinê dabû.