Rojnamevan Nazîla Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
Rojnamevan Nazîla Maroofîan ji bo êşkencekar bên cezakirin, 1’ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê kir.
Rojnamevan Nazîla Maroofîan ji bo êşkencekar bên cezakirin, 1’ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê kir.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku rojnamevan Nazîla Maroofîan a li Îranê ku ji ber bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû, sê car hatibû girtin û berdan, di 30’ê Tebaxê de cara çaran hatiye girtin û ji ber êşkenceyê di 1’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Cîranên Nazîla Maroofian diyar kirin ku roja 30’ê Tebaxê avêtine ser mala rojnamevan, deriyê wê şikandine û bi êşkenceyê destgîr kirine. Hat hînbûn ku Nazîla Maroofîan piştî ku hatiye girtin wê birine Girtîgeha Evînê, di roja 31’ê Tebaxê de ji ber êşkenceya lê hatiye kirin nexweş ketiye, wê rakirine nexweşxaneyê piştre dîsa birine girtîgehê.