Rojnamevan Joakîm Medîn berxwedana Kobanê vedibêje

Rojnamevan Joakîm Medîn berxwedana Kobanê vedibêje

Rojnamevan Joakîm Medîn ku şahidiya trajediya Şengal û berxwedana Kobanê kir, di konferans û panelên li bajarên cuda yên Swêdê de axivî û rastiya Şengal û Kobanê vedibêje.

Medîn ku ji Kobanê vegeriya ket nava xebatê. Li dibistanên Stockholm, Uppsala, Norrkopîng ji bo xwendekaran hovîtiya ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê û Şengalê pêk aniye vedibêje. Her wiha Medîn li bajarê Goteborg, Nortallje, Stockholm û Uppsala jî di panel û konferansan de axivî.

Hefteya buhrî tevlî panela li Zanîngeha Uppsala bû û duh jî tevlî paneleke ji aliyê Federasyona Sendîkayê ya Navenda Perwerdeya Kar a Stockholmê bû. Di panelê de berdevkê Têkiliya Derve ya Partiya Çep a Upsala Yekbun Alp jî cih girt.
Medîn di panelê de li ser pergala Rojava û berxwedana Kobanê sekinî. Alp jî diyar kir ku Kobanê û Rojava ji bo gelê Kurd gelek girîng e.

ÇAPEMENIYA ROJAVA RASTIYÊN LI KOBANÊ NÎŞAN NEDA 

Medîn got: “Çeteyên DAIŞ’ê 10 km dûrî Kobanê êrîş dikin. Lê li Kobanê jiyana rojane didome. Gel ne di nava gengeşiyê de ye. Wê demê çapemeniya rojava digot sivîl li Kobanê tune û bajarekî vala ye. Lê ev ne rast e.

Di destê çeteyên DAIŞ’ê de çekên giran hene. Dema ku hewl didan li tesîsên leşkeran bixin, li avahiyan xistin û gelek sivîl mirin.

Hêzên koalîasyon û DYA’yê di 27’ê Îlonê de DAIŞ bombebaran kir lê ev têr nekir. Piştî çete pêşde hatin û rêveberên herêmî xwestin em bajar terk bikin ez hatim Pirsûsê.

WELATIYÊN KOBANÊ NAXWAZIN DERBASÎ TIRKIYEYÊ BIBIN

Medin got ku bi deh hezaran kes li sînorê Pirsûsê dipên û wiha got: “Welatiyên Kobanê naxwazin biçin Tirkiyeyê. Dibêjin mafê me li vir heye, ger em derbas bibin em ê mafê xwe winda bikin. Dibêjin mafê Kurdên li bakur kêm in.

Kurd li her sê kantonan desthilatdariyê bi gelên herêmê re parve dike. Pergaleke wekhev heye. Seroka Kantona Cizîrê jineke Asurî ye, cîgirek wê Ereb û du kesên din jî Kurd in. Serokwezîrê Kantonê jî Kurd e û ne endamê ti partiyekê ye û cîgirên wî jî du jin; Ereb û Suryanî ne.

KOBANÊ SEMBOL E

Medîn diyar kir ku Kobanê ev 56 roj e li berxwe dide û tevî ku DAIŞ bi çekên giran êrîş dikin jî li Kobanê bi ser neketin. Kobanê ji bo Kurdan ne tenê axa wan e. Di heman demê de sembola fikrekê ye. Ji bo Kurdên li Kurdistanê dijîn û hemû gelên din sembola mafên siyasî û çandî ye. Ji ber van hemûyan DAIŞ li dijî Kurdan bi ser neket.

Yekbûn Alp jî bal kişand ser zextên li ser Kurdan û da zanîn ku PKK tevgereke azadiyê ya ku mafê gel diparêze.

Alp da zanîn ku di bûyerên 6-7’ê Cotmehê de li Kurdistanê bû û diyar kir ku nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li dijî Rojava rastî berteka gelê Kurd hat.

Alp bi lêv kir ku leşkerên Tirk ku pêşî li kesên ku dixwazin derbasî Kobanê bibin û Kobanê biparêzin digirin,  ji DAIŞ’ê re jî sînoran hate dawiyê vedike û ev jî tansiyonan bilindtir dike.

Alp destnîşan kir ku tevî hemû pêkanînên şîdetê yên leşker û polîsan û tevî ku 40 kes di çalakiyên protestoyî de hatin qetilkirin jî têkoşîna gelê Kurd nehatiye çewisandin.

Piştî axaftina Medîn û Alp panel bi pirs û bersivan berdewam kir.