Rojnamegera jin rastî tacizê hat
Rojnamegera jin rastî tacizê hat
Rojnamegera jin rastî tacizê hat
Bi berxwedana Parqa Gezî re zextên polîsan ya li hemberî Rojnamegeran zêde bû û rojnamger Berna Şahîn ku bû hedefa polîsan rastî êrîşê hat. Rojnamegera Şahîn ku dema polîsan ciwanek derb dikir, kişand û li ser malperên parvekirina civakî weşand, destpêk hat tehdîtkirin û pişt li Zeytînburnu ji aliyê kesekî rugirtî ve rastî tacîzê hat.
Berna Şahîn ku rojnamegeriyeke serbest dike, li Cadeya Îstîklalê bîranîna ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz temaşe dikir û bi bombeya gazê ya polîsan birîndar bû.
Piştre bûyera ku polîsan êrîşê ciwanekî dikir, kişand û ji aliyê amîrê şaxa ewlehiyê hat dur xistin. Piştre hat tehdîd kirin.
Şahin wiha got: “Qerta çapemeniyê ji min xwestin. Min qerta xwe nîşanda û dîmen kişand. Dema min îşkenceya li wî ciwanî dihat kirin, dikişand, hewldan makîneya min bigirin. Ez asteng kirim. Min jî got ez karê xwe dikim.
PIŞTÎ TEHDÎDÊ BOMBEYA GAZÊ
Piştî bûyerê ez derbasî kolana Mîss bûm. Li wi polîsekî sivîl yê ku li wî ciwanî dixist ez dîtim. Tehdît li min kirin. Bi ser min û hevalê min de qiriya. Min got em karê xwe dikin. Polîs bi ser min de hat û got bihecme ji vir biçe. Min got ez rojnamgerim. Heman êvarê min dîmen weşandin û piştre ji ser twîtterê hinek hesabên cuda dijun, heqeret li min kirin. Çend roj şûnde ez di protestoya Berkîn Elvan yê 14 salî de hedef hatim girtin. Ligel ku nasnameya min di qirika min de bû, bombeya gazê avêtin ser min. Ez ji ser hişê xwe çûm. Bi saetan min nehatin serhişê xwe.
RÎ TACIZÎ HATIM
Di 22’ê îlonê roja yekşemê ez rastî êrîşa fîzîkî hatim. Saet 19.20 bû. Li Zeytînburnu li cadeya Prof.Dr Turan Guneş dimeşiyam kesekî nêzî min hat. Ji pişt ve destê xwe avêt bejna min. Ruyê wî girtibû. Ez qiriyam. Ez taciz kirim. Esnaf ji dukanan derketin û ew reviya.
Şahîn got piştî bûyerê li 155’an geriyaye û ji bo îfadeyê birine Navenda Polîsan a Şehît Bulent Ustun û li wir jî polîsan qet ew baldar negirtine. Şahîn got bertek nîşanê vê helwesta wan dane û piştre amîr du polîs dane gel wê û ji bo tespîta kamerayan çûne. Şahîn got roja din polîsan gotine ku dîmenên kamerayan negirtine û polîs di bîhdanê de ne.
Şahîn wiha got: “Polîsan dîmen tepît nekir. Min ji kameraya ewlehiyê ya esnafan ev dîmen girtin. Di kamereyê de dema êrîşkar direve ruyê wî vedibe û temenê wî navbera 25-30’an de bû. Porê wî reş bû. Ez çûm Dozgeriya Komarê ya Bakirkoy. Polîs ji bo tespîtkirina êrîşkar girtek nivîsî. Min girtek bir qerekolê. Polîsan duh li min geriya û ji min re gotin Berna Xanim we tiştek tespît kir. Min jî got ma ez tespît bikim an hunin.”
Şahîn da zanîn ku ev êrîş ji bo çavtirsandinê ye û êrîş organîzekirî pêk hatiye.