Rojnameger Oktay Candemîr ji doza ‘Osman ê El Kaîdeyî’ hate berdan
Parlamenterê AKP’ê yê Wanê û endamê MYK Osman Nûrî Gulaçar derbarê rojnameger Oktay Candemîr de doz vekiribû. Dadgehê biryara berdana Candemîr da.
Parlamenterê AKP’ê yê Wanê û endamê MYK Osman Nûrî Gulaçar derbarê rojnameger Oktay Candemîr de doz vekiribû. Dadgehê biryara berdana Candemîr da.
Gulaçar bi hinceta ku rojnameger Candemîr di nivîsekî xwe de jêre gotiye ‘El Kaîdeyî’ bi sûcên “heqaret” û “îftira”doz vekiribû. Dadgehê di derbarê Oktay Candemîr de biryara berdanê da.
Heyeta dadgehê îfadeya “El Kaîdeyî” weke heqaret û îftira ne nirxand.
Gulaçar sala 2010’an di doza El Kaîde de hatibû girtin û demekê li girtîgehê mabû.