Rojnameger Berzan Guneş hate berdan

Rojnameger Berzan Guneş di rûniştina yekemîn ya doza ku jê dihate darizandin, hate berdan.

nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş yê di 11’ê Hezîranê de dema li navenda Şirnexê nûçeyek dişopand ji aliye polîsan ve hatibû destgîrkirin û ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatibû girtin, hate berdan.

Rûniştina yekemîn a doza Guneş li Dadgeha Cezaya Giran a Îdirê hat dîtin. Guneş ji Girtîgeha Tipa T a Şirnexê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû û tehliye bû.