Rojnameger Ataman nehate tehliyekirin

Rojnameger Ziya Ataman jî tê de doza ku 19 kes lê dihatin darizanin, rûniştina wê ya 3’emîn hate lidarxistin. Di rûniştinê de biryara tehliyeyê nehate dayîn û rûniştin hate taloqkirin.

Rojnameger Ziya Ataman jî tê de doza ku 19 kes lê dihatin darizanin, rûniştina wê ya 3’emîn hate lidarxistin. Ataman nûçegîhanê DÎHA’yê bû ya ku bi KHK’yan hatibû girtin. Di vê dozê de 9 kes jê girtî 19 kes tên darizandin. Rûniştin li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Şirnexê hate lidarxistin.

Rojnameger Ataman û girtiyên din bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Girtiyê bi navê Engîn Ataman diyar kir ku îfadeya wî bi di bin êşkenceyê de hatiye stendin û darizandin ne hiqûqî ye.

Ataman jî diyar kir ku tiştên di îddîanameyê hatine nivîsandin şaş in, ji ber ku di wê demê de ew di girtîgehê de bûye. Ataman got ku, “Ji ber ku ez rojnameger im, tekane çeka min pênûs e.”

Heyeta dadgehê biryara tehliyeyê neda û rûniştin taloqî 26’ê Cotmeha 2018’an kir.