Rojiya berxwedanê li 7 bajaran didome

Rojiya berxwedanê ya bi banga Kongreya Îslama Demokratîk ve alimên olî 30’ê Çileyê dan destpêkirin, li 7 bajaran didome. Rojiya berxwedanê ya bi bi armanca bidawîkirina terora dewleta Tirk hat despêkirin wê li Îzmîr û Enqereyê jî destpê bike.

“Rojiya Berxwedanê ya bi banga Kongreya Îslama Demokratîk ve li dijî wehşeta dewleta Tirk a li ser taxên Kurdistanê hat destpêkirin, dewam dike.

Rojiya berxwedanê ya 30’ê Çileyê li avahiya Komaleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DIAY-DER) ya li navçeya Rezan a Amedê despê kir, ji 1’ê Sibatê ve li Sumerparkê didome. Rojiya berxwedanê ya li avahiya DIAY-DER a li Şîrînevler a Stenbolê 30’ê Çileyê despêkir jî dewam dike.

Çalakî bi dirûşmeya “li dijî zilmê rojiya berxwedanê” ve bêdem û dorveger li Stenbol, Amed her wiha li Mêrdîn û Wanê jî ji 30’ê Çileyê ve, li Mûş û Mersînê ji 1’ê Sibatê ve, li Edeneyê jî ji 3’ê Sibatê ve dewam dike. Li Îzmîrê 4’ê Sibatê, li Enqereyê jî wê 5’ê Sibatê destpê bike. 

‘EV CIHÊ WÊ NE ÎSLAMÊ NE JÎ DI MIROVAHIYÊ DE HEYE’

Serokê MEYADER ê Mûşê Amed Sadioglû yê di rojiya berxwedanê de ye got li cihê ku terora dewletê lê dimeşe tevahî pîvanên Îslamiyetê hatine binpêkirin, wiha axivî: “Xwedê tevahî gel û mirov wekhev xulukandiye. Gotiye, ‘Heqê ti kesî înkar nekin.’ Lê, tevî vê jî ziman, nasname û heqên gelê Kurd hatine gaspkirin.”

Sadîoglû bi bîr xist ku nahêlin cenazeyên kesên hatine qetilkirin jî bên definkirin, wiha anî ziman: “Îro dewlet tahamulî cenazeyan jî nake. Cenazeyên li Cizîrê ev 10 roj in li erdê ne. Nahêlin bên defnkirin. Nahêlin birîndar biçin nexweşxaneyan. Eger navê vê Îslam be, eger ên dibêjin ‘Ez Misilman im’ û vê qebûl dike hebe, tenê ez dikarim tiştekî bibêjim, ew jî ji Îslamê ti tişt fêm nekirine. Li gor Îslamê yên mirovek kuştibin wek tevahî mirovahî kuştibe.”

Sadîoglû destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina vê zilm û mirina û her wiha ji bo karibin aştiyê bînin wê rojiya berxwedanê bidomînin.

Ji alimên olî Abdûlvahap Aydin ê di rojiya berxwedanê de ye jî bi bîr xist ku bi rojan e 7 cenaze li jêrzemîna malekê hatine rawestandin, wiha dom kir: “Ev cihê xwe ne dikare di Îslamê ne jî mirovatiyê de bigire. Dawiyê vê bêtehamuliya li hember mirinan jî wê ne baş be. Telafîkirina van polîtîkayan piştre pir zehmet in. Mirin ji ti kesî re fêdeyê nayne. Ji aştiyê jî her kes dikare sûdê wergire.”