ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Tebaxa 2019'an.

- Nivîskar Mûstafa Pekoz diyar kir, gefa Enqereyê ya ji bo destwerdana li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têk çûye û got, Kurd wê li Sûriyeyê teqez bibin xwedî statuyeke destûra bingehînî.

- Ji Fermandarên YJA Starê Kawenda Herekol diyar kir, xeta Pêngava 15'ê Tebaxê xwe bi rengê gerîlatiya modernîteya demokratîk nû dike û destnîşan kir, ev kûrbûn wê di çarçoveya ji nû ve avabûnê de veguhere gerîlatiya serketinê.

- Der barê belgeyên ku nîşan didin di Komkujiya Dersimê de gazên Elmanya hatine bikaranîn, hikumeta Berlînê got, 'em pê nizanin'. Parlamentera Partiya Çep Jelpke ji ANF'ê re got, Elmanya ji Dersimê heta Helebçeyê şirîkê hemû sûcên li Kurdistanê ye.

- Li gorî du raporên Pentagon û Neteweyên Yekbûyî, çeteyên DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê ji nû ve zindî dibin. Tê gotin, koma çete bi taybetî xwe li bejahiya Iraqê bi rêxistin dike.

- Piştî êrîşên çekdarî yên dawiya hefteyê yên li DYE'yê, zêdeyî 200 şaredaran bang li Senatoyê kirin ku di mijara bazara çekan de guhertinên nû yên qanûnî bike.