ROJEVA 9'Ê GULANA 2020'AN

Di rojeva Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê de sernavên ku derketine pêş.

-Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Enqerê Vezîr Çoşkun Parlak got li Enqerê alîkariya zad dane 300 malbatî, 140 malbat bûne xwedî malbatên xwîşk û bira.

-Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdên Sûriyê Salih Gedo got, ''Astengkirina hebûna MÎT'ê ya li Başûr peywira hikûmetên Hewlêr û Silêmanî ye. Êrîşa li ser PKK'ê wê hemû Kurdan tine bike.''

-K. ku li ser sînorê Wan - Îranê leşkeriyê dike, got li ser sînor kuştina Kurdan serbest e û çawişekî pispor ku Kurda kuştine li xwe mikur hatiye ku hatiye parastin.

-Li Geliya Zîlanê ku yek ji komkujiya herî mezin a dîrokê lê hatiye kirin niha jî sirûşta wê tê qirkirin. Bi înşeata HES'ê êrîşê hem dibin ser sirûştê û hem jî nifûsê.

-Di rojevê de ye ku sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) heta nîvê Hezîranê jî girtî bimîne.