ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Cotmeha 2019'an.

Amadekariyên êrîşê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî qeyûman ên li Tirkiye û Kurdistanê wê werin şopandin.

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê wê bê şermezarkirin.

KCK'ê bi wesîleya komkujiya Enqereyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Ya ku desthilatdariya faşîst li Tiriyeyê têk bibe, pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike û Tirkiyeyê aram bike, tifaqa demokrasiyê û têkoşîna vê tifaqê ye."

Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya diyar kir, ku îstîxbarat û polîsên Tirk zanîbûn ku ew endamê DAÎŞ'ê ye, li Emniyetê hîn bû ku Înterpol li wî digere lê belê her carê lêborîn jê hate xwestin û hate berdan.

Yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê SP'ê nerazîbûneke tund nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û diyar kir, "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku careke din xiyanet li Kurdan bê kirin." SP'ê bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê rawestin.

Ji rûspiyên Kabîleya Zubeyd Şêx Ragib Beşşar El Faris ku yek ji eşîrên herî mezin ên Ereb ên li herêmê ye diyar kir, wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek nerazîbûn nîşanî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got, li dijî dagirkeriyeke gengaz divê gelê Kurd bibe yek.