ROJEVA 9'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi 15 salan qala detayên komploya navneteweyî, rawestgeh, aktor û armancên wê kir.
- Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û paytexta Belçîka Brukselê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê çalakî werin lidarxistin.
- Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdû işaret bi polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk kir û got, "AKP'ê ji bo xatirê hedefên Osmanî û Mîsakî Mîllî Rojhilata Navîn kiriye qada dagirkeriyê."
- Wekîlê HDP'ê Hişyar Ozsoy nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Hewl didin ku tecrîdê ji aliyê qanûnî ve mayinde bikin. Ev rewş gelekî metirsîdar e."
- Nûçegihana MA'yê Taşkin nêzî 10 meh in girtî ye. Parêzer Gulan Çagin Kalelî ji bo rûniştina sibê ya doza wê bang kir û got, "Hempîşeyên Seda divê sibe wê bi tenê nehêlin."
- Mirovên ku li Cizîrê diçin serdana tirba Mem û Zîn, piştî ku çîroka wan dixwînin dua dikin.