ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Îlona 2019'an.

- Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku bi desthilatdariya AKP'ê re tundiya li jinê kete asta herî bilind û got, sedema îstîsmar, tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan û zarokan polîtîkayên hikûmetê ne ku mêr diparêzin. 

- Li Îngilistanê doh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li civînê xist.

- Endamên Komuna Taxa Hîlîliye ya Qamişloyê nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser şêniyên Mexmûrê dan û gotin, bi tenê nînin.

- Ji aktîvîstên TJA'yê Cemîle Çelîk diyar kir, têkoşîna jinan a li dijî qeyûman têkoşîneke hevpar e û bi bîr xist, yek ji hedefên sereke yên qeyûman îradeya jinê ye.

- Li gorî lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî, çolbûyîna ji ber şewata li daristanan û ziwatiyê salane 15 trilyon dolarî zerarê dide aboriya global.