ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Tebaxa 2019'an.

- Ji Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsûf diyar kir, ji bo rewşa li Efrînê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dubare nebe divê amadekariyeke berfireh, berxwedaneke topyekûn û hewldaneke dîplomatîk hebin.

- Denîz Firat ku ji bo çarenûsa welatê xwe biguherîne rahişt çek û kamerayê, bû 5 sal ku ji nav me veqetiya ye.

- Sekreterê Şaxê Cizîrê yê Egîtîm-Senê bal kişand ser zêdebûna fûhûş û îstîsmara zayendî ya li Cizîrê û destnîşan kir, ev yek tesadûf nîne.

- Ji bo cotkarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên ku zeviyên wan hatin şewitandin, kampanya "Make Rojava Green Again" (Rojava ji nû ve şîn bike) dest bi kampanya alîkariyê kir.

- Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo diyar kir, ceribandina dawî ya fuzeyan a Koreya Bakur li pêşiya muzakereyên bi wî welatî re ne astenge.

- Li Efrîkaya Rojava ji ber baranê gelek kes li ber lehiyê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi deh hezaran kes ji cih û warê xwe bûn.