ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Sibata 2020'an.

-Wê geşedanên êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were şopandin.

-Wê meşên li Ewropayê yên ji bo protestokirina komploya navneteweyî werin şopandin.

-Çalakgera TJA’yê Xatûn Yildiz bal kişand ser şîddeta li ser jinan û got “Divê em têkiliyê bi hemû jinan re deynin û têkoşînê geş bikin.”

- Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku Başkentgazê bi rêya Kizilayê bexşeke zêde daye Weqfa Ensarê û AKP wekî şîrketekê welat bi rê ve dibe.

-Gerîlayê PKK’ê Serdem Qamişlo yê ku piştî êrîşên DAÎŞ’ê li Konyayê PKK nas kir, got “Cara pêşîn di parêznameyên Rêbertî de, ez rastî têgeheke wekî azadiyê hatim.”

-Xizmên windayan wekî her şemî îro jî wê li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin.

-Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku li Wanê li ser gel û saziyan zextên mezin hene û hemû xizmetên şaredariyan sûc tên hesibandin û dikevin îddîanameyan.

-Li gorî lêkolînerên bi dehan welatan, genên rê li ber pênceşerê vedikin bi dehan salan zû dikarin werin tespîtkirin.