ROJEVA 8'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Cotmeha 2018'an.
- Li Wanê ji ber ku ava kanalîzasyonê tevlî ava vexwarinê ya girtiyên siyasî bûye, gelek nexweşî li girtiyan der bûne.
- Apê girtiyê siyasî Cengîz Temel ê li Girtîgeha Tarsûsê Davût Temel got, biraziyê wî jê re gotiye ku di dema sermijartinê de li wan tê ferzkirin ku rabin ser piyan û êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li wan tê kirin.
- Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Yildiz Fîlmcî bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî çalakiyên 9-13'ê Cotmehê yên li Belçîka, Fransa û Elmanyayê bibin.
- Şaredarê Rîace yê Îtalyayê Domenîco Lûcano ku ji ber alîkariya xwe ya ji bo penaberên Kurd navê "Mîmmo yê Kurd" (Mîmmo îl Cûrdo) lê hatiye kirin, hate giritn. Cezayê girtina li malê li Mîmmo yê Kurd hate birîn.
- Hikumeta Elman a federal dema dawî mafê lîsansê da artêşa Tirk ji bo karibe fuze û tankan çêbike. Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Dayina mafê lîsansê, hevkariya li gunehan e."
- Pirtûka dawî ya rojnamevan-nivîskar Mona Chollet "Hêza têknaçe ya jinan, Pîrebok" (Sorcières, la puissance invaincue des femmes) e. Di pirtûkê de tê gotin, nêçira girseyî ya pîrebokan ne qezayeke dîrokê ye, ne jî karê çend olperestên tund e.
- Parlamenta Îranê ji bo peymana nukleerê ya ku DYA'yê xwe jê vekişand rizgar bike, pêşnûme qanûneke bi navê "fînansmana terorîzmê" qebûl kir. Mûxafazakaran rexneyên tund lê kirine.
- Rêxistina polîsan a navneteweyî Înterpol ku navenda wê li bajarê Lyon ê Fransayê ye, ragihand ku Serokê wê yê Çînî yê zêdeyî 10 roj in "winda ye" îstifa kiriye û ev îstifa yekser bi cih hatiye anîn.