ROJEVA 7Ê KANÛNA 2019'AN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Doktor Bahoz Erdal di Stêrk TV de, ji bernameya taybet re axivî. Bahoz têkilî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li ser Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê axivî û got Kurd bi Lozaneke nû re rûbirû ne û heke Kurd bibinyek wê nehêlin ku Lozaneke dî bibe.

Dewleta Tİrk mîna ku Hetay kirî nav xaka xwe li herêmên ku niha dagir kiriye jî dixwaze sazûmaniya xwe bike. Hikûmeta Demkî ya bi ser qeymeqan ve ku dewleta Tirk li van herêman peywirdar kiriye û Meclîs li herêmên ku dagir kirine ji bo guherîna demografiyê banga îskanê kir.

Çeteyên DAÎŞ'ê bi alaya Tirk û unîformaya Artêşa Millî ya Sûriyê li Serêkaniyê û Grê Spî bi cih bûne êdî hewceyî pê nabînin ku nasnameya xwe ya DAÎŞ'ê veşêrin.

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got desthilata AKP-MHP'ê ya ku bi êrîşa li ser partiyan dixwazin wan biqedînin wê negihin miraza xwe û diyar kir, HDP li ser piyan e.

Bager Boran Fakulteya Tibê qedandibû, Kurdekî zana û bîrewer bû. Ya dijwar hilbijart. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş anî bi eniyê ve baz da û şer kir. Di êrîşa dewleta Tirk de ya beriya du salan a bi ser Mexmûrê de nemir  bû.

Li Amedê hunera xemilandina kevirên biqîmet bi salan e dewam dike. Hosteyê xemilandina kehrîbarê Mehmet Atalay diyar kir ku kevirê kehrîbar ji bo gelek nexweşiyan derman e.

Parlamenterê Partiya Xiristiyan a Swêdê Lars Adaktusson got ji bo ku dagirkeriya Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê neyê jibîrkirin, divê  Swêd û Yekîtiya Ewropayê mijarê tim di rojevê de bihêle.