ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Tebaxa 2019'an.

- Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir, ji Heskîfê heta Çiyayên Kaz divê berxwedana ekolojiyê bibe yek û got, ev yek di heman demê de têkoşîna li dijî şer e.

- Şerjin Herekol yek ji wan jinan bû ku ji Şengalê heta Botanê bi ruhê berxwedanê beziya û têkoşiya.

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re ku li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê vê hefteyê bi koma ji bajarê Kasselê yê Elmanyayê didome.

- Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, eger DYE pêkanînan bi dawî bike ew amade ne hevdîtinan bikin.