ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

-Gerîla Êrîş Gever ku piştî 21 salan li cihê ku xwîşka wê Adar lê şehîd ketî, li Lêlikanê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, got, ‘’Li cihê ku heval Adar lê şehîd bûyî têkoşîn ji bo min tiştekî bêhempa ye’’.

-Kurdistaniyan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwest nîşan dan û gotin bi rabûna tecrîdê re wê aramî, aştî were welêt.

-CÎK’ê ji bo Cejna Qurbanê ya 12’ê Tebaxê, ji bo Efrîniyên ku li Şehbayê dijîn kapmanyaya ‘’Tu jî qurbanekî bide gelê Efrînê’’ da destpêkirin.

- Li Wanê jinên ku bi sirûştê re dijîn hilberandinê didomînin. Li navenda Wanê li baxçeyên ku kêm bûne fêkiyên ku şîn tên dibine debara malbatan. Jinên Wanê fêkiyên ku ji darên baxçeyên xwe didin hev, ji bo zivistanî hişk dikin, fêkiyên zêde jî difiroşin û wiha keda xwe li debara malê dikin.