ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Sibata 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan wê ji bajarên cuda yên Ewropayê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li hev kom bibin. Zêdeyî sed kesayet wê li Swîsreyê dest bi meşeke ji 4 rojan bikin.

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in tecrîdkirî ye û got, "Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, tecrîd êdî li nava jiyanê belav bûye."

Eşkere bû ku Midûrê AFAD'ê yê Wanê Nevzat Înanç endezyarê Zîreetê ye û ji ber ku nêzî AKP'ê ye bûye midûrê AFAD'ê.

Li eyaleta Thurîngenê ya Elmanyayê, ku Partiya Çep di hilbijartinê de bû yekemîn û bi piştgiriya partiya nîjadperest AfD namzetê lîberal bû serokwezîr, wê hilbijartina pêşwext bê kirin.