ROJEVA 7'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Cotmeha 2018'an.
- Pêla civakî: Raperîna 6-8'ê Cotmehê. Beriya niha bi çar salan pêleke civakî rabû ku çarenûsa tevahiya herêmê guherand. Bajerekî biçûk kir ku bi dehan bajar rabe ser piyan û hîmên rejîmekê hejand. Piştre berxwedana li bajarên biçûk global bû û ber bi serketinê ve çû.
- Malên ku esnafên Erdîşê ji bo firotinê ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê anîn, bi hinceta "desteka ji bo PKK'ê" ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin desteserkirin.
- Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji bo çalakiya danasîna pirtûka xwe ya bi navê "Rengê xemrî yê siyaseta Kurd" peyamek şand û got, "Em mîna çûkan azad in."
- Konferansa Jinan a Navneteweyî li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dewam dike.
- Ji ber erdheja li girava Sîlawesî û tsûnamî ya piştî erdhejê rû da, nêzî 1.700 kes mirin. Li bajarê Palûyê nêzî hezar kes winda ne.
- Rojnamevana Fransayê Stephane Amar di pirtûka xwe ya dawî de îdîa kir ku Îsraîl amadekariyan dike ku bi rengekî veşartî Şerîa Rojava bi xwe ve girê bide.
- Bi hezaran kes roja Şemiyê li gelek welatên Ewropayê daketin qadan û xwestin, keştiya alîkariya însanî Aqûarîûs karê xwe yê rizgarkirinê li peravên Lîbyayê bidomîne.
- Li paytexta Nîjerê Nîamayê, bi hezaran kes li dijî qanûna budçeyê ya sala 2019'an ku antî-sosyal tê binavkirin, daketin qadan.