ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Adara 2018'an.

- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.

- Çîçek Dolê di şerê Kobanê de dema li nava refên YPJ'ê li dijî çeteyan têdikoşiya roja 8'ê Adara 2015'an birîndar bû û milekî wê jê bû. Niha jî bi kamera û çeka xwe berxwedana Efrînê ji cîhanê re radigihîne.

- Heskîfa kevnare tevî dîroka xwe ya ji 10 hezar salî li ber tinebûnê ye.

- Yek ji şehîdên Berxwedana Serdemê Başûr Soran e. Bavê Soran Hadî Omer, ji bo dîtina hevrêyên kurê xwe hate Efrînê. Dayika du şehîdan Kurdistan Halo jî ku ji Rojhilat hate Efrînê got, "Em li ser xeta Efrînê li hev bicivin."

- Endama Fermandariya Navendî ya YJA STAR'ê Leyla Amed got, li dijî dagirkeriyê wê bi ruhê berxwedana jinên Efrînê têkoşînê geş bikin.