ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Li Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a li Girtîgeha Osmaniyeyê girtî ye, heqaret tê kirin û lêgerîna bi tazî lê tê ferzkirin. Gardiyanan her wiha li Baran dan û ew xistin hucreyê.

- Fînlandiya çekan difiroşe Tirkiyeyê ku mafên mirovan binpê dike û Efrîn dagir kiriye. Firotina çekan rê li ber nerazîbûna partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl vekir.

- Nûnera Platforma "Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin" Gulsum Kav got, cezayên xesandin û darvekirinê ku weke çareseriya îstîsmarkirina zarokan tên nîşandan, tên wateya nixumandina pirsgirêkê.

- Gerîla Roza Bager ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Xakurkê şer dike got, "Dijmin dibêje Xakurkê qediya ye. Lê belê niha li her çepera Xakurkê destana berxwedanê heye."

- Dewleta Elman operasyonên mîna operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk, li dijî Kurdên xwe li welatê wan girtine dike. Belasebep diavêjin ser komeleyên Kurdan, dest datînin ser pirtûkên bi Kurdî û parvekirinên li medya civakî weke 'sûc' tên nîşandan. Zext li Elmanên ku piştgiriyê didin Kurdan tê kirin.