ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên meşa dirêj ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê û got, "Armanca me azadiya fîzîkî ye, ne tenê rakirina tecrîdê ye."

- Dayikên ku li Amedê di Nobeda Edaletê de ne, diyar kirin ku ew daxwaza azadiya Ocalan dikin û gotin, "Ev meş wê bibe wesîleya vê yekê. Divê her kes xwedî li vê meşê derkeve."

- Îro salvegera yekemîn a erdheja mezin a li Mereşê ye. Çalakiyên ku ji bo hesabpirsîna ji berpirsyaran û bîranîna qurbaniyan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Fûad Esad ku salên 1995 û 1998'an Rêberê Gelê Kurd dît, anî ziman ku divê ji bo azadiya wî têkoşîneke xurt bê kirin û got, "Divê em her rojê ji rojek berê hîn baştir bixebitin."

- Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ebûd Mexso da zanîn ku piştî şoreşa Rojava, gelê bû xwedî berhemên girîng û got, "Yek ji wan berheman jî pêşxistina çanda xwendinê bû."