ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Fermandarê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan Torlak Pîr Kemal destnîşan kir, ku têkçûna dagirkeran li Rojava wê ji bo gelan hemûyan bibe mînak û got, "Têkoşîna li dijî êrişên faşîst wezîfeya me û ya gelên dinyayê hemûyî ye."

Saziya Nûwêger li Silêmaniyeyê pêşangehek ava kir. Hatineyên pêşangehê wê ji Rojava re bên şandin.

Asmîn Gelawêj (Leyla Çapin) yek ji wan kesan bû ku di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de bi rengekî bêtirs bi ser dijmin ve çû û kêliya şehadetê bi ken û tilîliyan pêşwazî kir.

Şêniyên Hesekê li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û gotin, "Em ê li dijî yên ku zarokên me qetil kirin heta dawiyê li ber xwe bidin."