ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çalakiya 'Nobeda azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê bi koma ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dewam dike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, Kurd nabin xwedî jiyaneke azad û demokratîk û got, "Di pirsgirêka Kurd de nîşaneya guhertina zîhniyetê, azadiya Rêber Apo ye."
Arîn Mîrkan ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tevlî berxwedana dîrokî ya Kobanê bû û bi çalakiya fedayî navê xwe li cîhanê belav kir, bû sembola berxwedan û fedakariyê.
Şerîk: Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe. Rêber Apo bi berxwedaneke bêhempa komplo pûç kir. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya nû hem ji têkoşîna PKK'ê re hem jî ji gelên cîhanê re bû asoyekî nû, perspektîfên nû pêşkêş kir.
Endama KNK'ê Jenya Qadir ragihand, ku êrişa li ser Qerebaxê planeke Tirkiyeyê bû û got, bikaranîna çeteyên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê vê yekê nîşan dide.
Gerîlaya YJA Starê Aze Viyan ku di berxwedana Cenga Heftanînê de bi erka tenduristiyê radibe, destnîşan kir ku eleqiya bi hevrêtî ya li gerîlayeke/î birîndar, dermanê herî hêja ye.
Aktîvîsta TJA û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez zext û zordariya 6 hezar salî ya li dijî jinê bi bîrxist û got, "Di vê serdemê de ev yek ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê meşandin. Dixwazin li ser esasekî ji bo jinan ti maf û heqî nas nakin, jin ne weke kirde weke obje bê bikaranîn, timî xizmetê dike, ji cewhera xwe dûr ketiye ava bikin."