ROJEVA 5'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Kanûna 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.
- KCDK-E bang li Kurdistaniyan kirin ku li her devera lê ne, bi xurtî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bibin.
- Li çiyê diçe payîz, êdî dibe zivistan. Em jî li nava gerîla digerin, komên nû nas dikin û li wan guhdarî dikin.
- Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tûran diyar kir, li gel bidestxistina rêveberiyên xwecihî, ew hewl didin tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê vê carê qels bikin û dawî li rêveberiya wan bînin.
- Greva birçîbûnê ya li Wanê ku ji bo piştgiriya Leyla Guven dest pê kiriye, di roja 3'emîn de ye. Parlamenterên HDP'ê Mûazzez Orhan û Saît Dede yên di grevê de ne, bang li raya giştî kirin ku di mijara tecrîdê de hesas be.