ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rêberê Gelê Kurd: Yek ji gava diyarker a bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û ya destpêkê, operasyona li dijî min bû. Ecevît ne beleheq gotibû, 'Min qet fêhm nekir bê ka çima Ocalan teslîm kirin'.
Endama Koordînasyona Qada Aboriyê ya Kongreya Star Dîcle Ezda jin bi karên xwe yên civakî û demokratîkkirina aboriyê li Rojava bi roleke dîrokî radibin.
Gerîla Henna Koselanî ku li gelek herêma şer kiriye, niha li dijî artêşa Tirk a dagirker li Cenga Heftanînê ye. Henna ku ji bo xwe û jinên din têdikoşe got, "Em ê her derê li dijmin bikin Cenga Heftanînê."
Gerîla Jiyan Koçer ku bi sekna xwe ya bi biryar û ji dil bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir, sala 2014'an tevlî nava refên azadiyê bû. Gerîla Jiyan Koçer dibêje, "Min hevrêtiya PKK'ê, dîroka Kurdistanê, cîhanê û partiyê, bi kurtasî min xwe li çiyê nas kir."
3 kesên ku guman ji wan tê kirin tevlî komkujiya Rûandayê bûn li Belçîkayê hatin destgîrkirin.