ROJEVA 5'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Gelek lîderên siyasî yên ji aliyê desthilatdaran ve weke gef dihatin dîtin, piştî ku hatin berdan ji aliyê gelên xwe ve hatin hilbijartin û bûn serokdewlet. Nelson Mandela, Xanana Gusmao, Alberto Mujica çend ji van e.

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 7 sal in li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê bi biryardarî didome, vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên ji Swîsreyê ve dewr hate girtin.

- Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

- Mîhrîban Koç (88) dayika Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku 30 sal in wê kurê xwe nedîtiye û got, "Dema ku tecrîd bi dawî bû hesreta min jî wê bi dawî bibe."

- KBDH'ê li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, "Faşîzm ku desthilatdariya mêr e wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin û 8'ê Adarê wê bibe roja hesabpirsîna ji faşîzmê."

- Berxwedêrên jin ên li çiyê name ji girtiyên jin re nivîsîn û gotin, "Hûn jiyanê ji nû ve diafirînin, ji ber ku qebûl nakin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst tecrîdê veguherîne jiyanê."

- Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr bal kişandin ser dijberiya feraseta qeyûm a li dijî Kurdan û gotin, "31'ê Adarê em ê Şaredariya Êlihê radestî gel bikin."

- Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Amedê Mûstafa Akengîn li ser amadekariyên xwe yên teknîkî yên ji bo hilbijartinên xwecihî axivî û got, wê nehêlin ku li Amedê dengekî bi tenê jî were dizîn.

- Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Qilabanê Ferîde Yaman got, "Dema ku li ser paşeroja zarokên xwe fikirîm, min cihê xwe di nava siyasetê de girt. Ez dixwazim bi rêya partiya xwe kêmasiyan biguherînim."

- Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede got, heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin û atmosfereke nû ya aştiyê neyê afirandin, serketina di hilbijartinê de têrê nake.

- Çemê Dîcleyê ku ji Amedê dest pê dike, ji Cizîrê derbas dibe û digihêje Kendava Basrayê, li gelek deveran ji ber ava kanalîzasyonê diherime.

- Di du mehên destpêkê yên Efrîniyên hatin Şehbayê de 4 hezar xwendekarên xwe hebûn, lê niha 14 hezar xwendekar li dibistanên seretayî, navîn û lîseyê perwerde dibin. 991 xwendekar ku 777 jê jin in, bi daxwazeke mezin dixebitin.

- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarokê Bezbinê Velî Karadenîz got, "Gel beriya qeyûman rêveberiya xwecihî dît. Sîstema qeyûm a axatiyê jî dît. Haya xwe ji her tiştî heye."