ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.
- Malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, parêzer û nûnerên saziyên Kurdan wê li ser pêvajoya hiqûqî ya komkujiyê û kiryaran daxuyaniyekê bidin.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat got, 3 siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê di berxwedana xwerêveberiyê de hatin kuştin, rêberên gel in.
- Li nava çolê, li hundirê çepereke ji axê bi şev û bi roj, havîn û zivistanê herêmê li dijî DAÎŞ'ê diparêzin.
- TJA li ser 9'ê Çileyê roja çalakiyan a pêşîgirtina li kuştina jinê daxuyanî da û diyar kir ku hevrêyên wan ên jin ên hatin kuştin, îradeyeke bêhempa, berxwedan û daxwaza azadiyê li dîrokê neqişandine.
- Derket holê, ji ber otorîtebûna rejîma Tirkiyeyê, fîrmayên Elman razemeniyên xwe yên li vî welatî kêm kirine. Li gorî encamên lêkolîneke nû, tevî Tirkiyeyê êdî Rûsya jî bala fîrmayên Elman nakişîne.
- Tevî binpêkirina mafên mirovan a li Srî Lankayê jî, Elmanya penaberên Tamîlî yên ji vî welatî hatine dersînor dike. Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal ji hikumeta Merkel pirsê bê çiqas penaberên Tamîlî ji Srî Lankayê re hatine şandin.