ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Îstîsmara zayendî û şîdeta li zarokan di serdema AKP'ê de 700 ji sedî zêde bû. Piraniya dozên îstîsmarê jî bê ceza man.

- KCDK-E serdegirtina NCDK a Bîelefeldê şermezar kir û got, "Polîtîkaya Elmanyayê ya ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan bi kêrî Erdogan ê dîktator tê."

- Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê ya Stenbolê Bariş Demîr diyar kir, komkujiya zarokan ji bo anîna cezayê îdamê tê bikaranîn.

- Dermanê gelek nexweşiyan Ava Sûsê, bi germa havînê re li Kurdistanê gelekî tê vexwarin.

- Cihoka avdanê ya li taxa Salîhiye ya navçeya Erîş a Wanê bûye cihoka mirinê. Li cihokê heta niha bi dehan zarok mirin. BI DÎMEN E

- Polîsan avêtin ser mala rêveberê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Hannover ê Elmanyayê. Mîna 'sûcdarê edlî' nêzî wî bûn û ew bi zorê birin qerqolê.