ROJEVA 4'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Sibata 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên têkildar wê bênşopandin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 398 hefte ne dewam dike. Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Lyonê ye. Çalakgeran bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê bi tundî şermezar kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, bi desthilatdariya AKP'ê re tundiya li jinê gihîştiye asta herî bilind û got, bi taybetî li Kurdistanê li dijî jinan polîtakayên taybet ketine dewrê.

Li ser 2 DAÎŞ'iyên ku li herêma Mexmûrê sê şivan birîndar kirin û piştre ji aliyê gerîlayên HPG'ê yên Mexmûrê ve hatin kuştin, êlekên bi îmzeya serçete, mal û dermanên Tirk hatin dîtin.

Yaşar Saydût ku dema li Colemêrgê Midûrê Balafirgehê bû bi îdîayên êrişên destdirêjî û destavêtinê hate destgîrkirin û demeke dirêj ji kar hate dûrxistin, ji Midûriyeta DHMÎ ya Wanê re hate tayînkirin.

Cûreyên kanserê ku li cîhanê sedema yek ji mirina 6 kesan e bi giranî li welatên xizan dixin. Girîngiya tespîtkirina zû û kampanyayên pêşîlêgirtinê zêdetir dibe.